K-045 Chiay Syan, Iraq

 1 Çi bême te, em, {çito bûme} nisîbê wi, Xuda tiʕala hoto ez kirme risqê wi. E-jî nizanim çito wanê bî …
What can I say to you, I am fortunate, God gave me a lot in that way. And I don’t know how this happened.
 2 Çito bi Siyanê çûye gundê dî?
How did you go from Siyan to the other village?
 3 Syanê/ Syanê min/ min û wi bo êk û du viya. Maʕlûm e ez fele büm ew bisilman bü, ez nedamê, ez digel çûbûm, Xudê tiʕala ez kirme rizqê wi.
Siyan, in Siyan, me and he we liked each other. Obviously I was Christian and he was Muslim, they didn’t give me to him, so I went with him and God gave me good fortune.
 4 Tu fele büy?
You were Christian?
 5 Belê.             
Yes.
 6 Ha, çito bü, vêca bo me ḥekayeta xwe vebigêre, çito?
So how did it happen, now tell us your story, how was it?
 7 Vêca ho bî.
That’s how it was.
 8 Çito qebîl kir dayk û babêd te?
How did your mum and dad accept it?
 9 Wilahî qebul nedikir, belê pa axir bisilman xurtir bîn newêra çi denga biken.
In fact they didn’t accept it, but, well Muslims were stronger than Christians, so they didn’t have the courage to react.
 10 Ne?      
Is that so?
 11 Willa, eve bî, nexo çiyê dî nebî.
Yes by God, it was this and nothing else.
 12 Hingo çi-dkir li wêrê li Siyanê?
What were you doing at that place, in Siyan?
 13 Siyanê, wila deremed bî, ḥêwan xudan-kirin bî-w çêl xudan-kirin bîn û me birinc dikirin û me maş dikirin û me kuncî dikirin û, me gîya-d drû, me çilü dibirrî, ah eve eve şoła me bî. Eve kesabeta me bî.
In Siyan, we did cattle and stock breeding, cow breeding, we would grow rice, we would grow mung beans, we would grow sesame and we would sow grass, cut bushes, this was our work. This was our work for a living.
 14 Çito tu ketiye Dînara paş?
How did you get into Dînara after that?
 15 Hee?          
Huh?
 16 Çito tu çûye Dînara?
How did you go to Dînara?
 17 Wila ew bî ku Zêbarî dijminîtîyêd/ dijminatiya Barzaniya dikir digel ḥukmetê. Zêbarî rabün û hadne deştê, deştê-ş em çûyne Beẋda. Li Beẋda ra em hatîne Dînara.
The Zebaris together with the government were in a feud with the Barzanis. The Zebaris entered the plain, so we left the plain and went to Baghdad. From Baghdad we came to Dinara.
 18 Hing he-l wêrê jî man?
And you stayed there all that time?
 19 A, em hatîne Dînara, ew bî Kurd faşil bûn çûn û em hatîne Dînara, yê hingî-w ḥeta vê gavê malêd me yê-l vêrê.
Yes, we came to Dinara, the Kurds were defeated so we came to Dinara, from then till now our home has been here.