K-048 Kanyder, Iraq

 1 Ez ***** ***** me, Kaniya Dêrî. Dayikbûyê gundê Kaniya Dêrê, hezar û nehsed û șêst û pêncê me.
I am ***** ****** from Kaniya Dêrî. I was born in the village of Kaniya Dêrî, in 1965.
 2 Babê min **** **** li Komara Mehabadê bejdariya kirdi w li wi rasti yekî bûwe li yawerêd Barzaniyê nemir û yê çûwe yê keti Sovyetê.
My father **** **** was part of the Republic of Mahabad, he met the legendary Barzani’s assistant there, and went to the Soviet Union.
 3

Heta sala hizar û nosed û pênce-w dûwê yêd vegeriyaye-v Kurdistanê-w.

Until 1952 when they returned to Kurdistan.
 4 Piștî hingî, li Kanya Dêrê jiyana hawseriya pêk înay û, yê li wêrê mayeve.
He then got married in Kaniya Dêrê and stayed there.
 5 Çend saleka piștî hingî careka dî-yêd eware bûy û yêt çûye mentîqa bo berev sînorê Tirkiya.
A few years later, they became refugees and went to the Turkish border region.
 6 Careka dî rrijêma Beʕs xaniyêd wanêd sotandi-w.
Once again the Baath regime burnt down their houses.      
 7 Careka dî yêd hatiye-w se xaniyêd sotî-w careka dî gundê xwe avedan kirdîyeve. Heta sala hizar û noset û ḥeftê-w pêncê.
They returned to the burnt house and they rebuilt their village. Until 1975.
 8 Hizar û noset û eftê-w pêncê, beșek li wi gundi nîve yêd careka dî awarey Îranê bûy.
In 1975, some of the village, half of the people, took refuge in Iran.
 9 Nîvey gundî yêd mayeve, heta sala hezar û noset û eftê-w eftê.
The other half of the village stayed until 1977.
 10 Careka dî rrijêma Bes ew beșê ku li gundi mayeve yêd terḥil/ teril kirdi bû mucemiʕa li mentiqa Diyana-w Ḥerîrê-w Qûștepeyê-w her hindekî birdîye mentîqekê.  
Once again the Baath regime deported those who had stayed in the village to the neighbouring districts of Diana, Harir and Qushtapa, they rounded them up and brought them there.
 11 Em li mucemiʕê Diyana mayineve ji eftê û eftê heta heștê-w êkê.
We stayed in Diana from 1977 to 1981.
 12 Heștê-w êkê caraka dî șerê Îranê-w Êraqê bû, em awarey Îranê bûyneve, em çûyne Ordûgay Zêwey.
In ‘81 there was again war between Iran and Iraq, we took refuge in Iran, we went to the Zêwe camp.
 13 Heștê-w êkê heta heștê-w sêyê, em li Zêwey nîștecê bûn û di wi șeri da, careka dî li wêrê, ez l-wêrê bûme pêșmerge.
From ‘81 to ‘83, we were settled in Zêwe and in that war, once again there, I became a soldier in.
 14 Ge qûweta Barzan da bûm û hatime mentîqa Kurdistana Êraqê.        
I was with the Barzan forces and I came to Iraqi Kurdistan.
 15 Li wêrê, em li wêrê bûn, carekê teyarêd rrijêma Bes hatin ew Ordûgay Zêwey bombaran kird, heta set û tiștek șehît û sêset û tiștek brîndar wêrê dan.  
There, we were there, and the Baath planes came and bombed the Zêwe camp, and we had about one hundred people killed and about three hundred wounded.      
 16 Piștî hingî, ew xelkê Ordûgay Zêwey hemi aware bû careka dî derbeder bû bû gûndêd dewrûberê Zêwey.
After that, the people at the Zêwe camp all moved out and they became homeless again, taking refuge in the villages around Zêwe.
 17 Heta serma hat, payiz bû, careka dî her êkî qesta bajêrrêkî-w gûndekî kird bo xo nihan-kirdin û xo ewandinevê li wi mentîqa.
When the colder weather arrived in Autumn, everyone went to a different city or village to look for more sheltered accommodation.    
 18 Em hingî çûn, çûyne Needey. Ez û babê xo em çûyne Needey, em li wêrê niștecî bûyn.
Then we went to Naghada. Me and my father went to Naghada, and we settled down there.
 19 Du sala, sê sala, piștî hingî babê min careka dî çû Kereç, ez wêrê mameve.
Two years, three years, then my father went to Karaj, but I stayed there.
 20 Li wêrê ra em tihatîn li Kurdistana Êraqê me dewam dkird mayineve șeș mang, eft mang heta zistanê.
From there we used to go to Iraqi Kurdistan, we would go for six to seven months, until the Winter.
 21 Biharê da hên heta payizê, bi/ teqrîben li manga de, yazde.
We’d go in the Spring and stay until the Autumn, around October/November.
 22 Li wêrê hindek xelik li mentîqê hebû, ew-îș bibûne wekî pêșmerge, digotê “bergirî millî”.
Some of the people in the area had become like soldiers and were called the National Defense.
 23 Ege wi sê mangê zistanê em dçûyneve bo Îranê bo nav mal û ʕeyalê xo, li wêrê ew da hên cî wi pêșmerga dewamê ken, miqerrêd wan ʕayidê wan bûn, teʕwîlê wan den, bedîla wan bûn, ḥeta pêșmergê biharê careka dî tatne-w cîyê wan.
When we went back to Iran during those three months, to our homes and children, they used to come and work instead of the soldiers, they had their own barracks, they would take over until the soldiers returned in Spring.
 24 Sala hezar û nosed û eștê-w șeșê bû, li șarê Needey, min jiyana hawseriyê pêk îna. Taze-ș min eft biçûkêd hey; çar kur û sê kîj in.
It was in 1986, in the town of Naghada, that I got married. Now I have seven children, four boys and three girls.
 25 Û li wêrê heta sala hezar û noset û nohet û çarê ez li Needey mameve. Nohet û çarê, careka dî me qesta Kurdistanê kird û vegeriyayineve bo gundê Kaniya Dêrê.  
I remained in Naghada until 1994. In ‘94 we went back to Kurdistan again and returned to the village of Kaniya Dêrê.
 26 Ez yêkek bûm ji wa pêșmergêd ku beșdarî di Șorrișa Gulanê da kirdi-w li çend șerra-j da ezê dige da bûy, her çend ʕemrê min-îș kiçke bû, bes ez dige diçûm, dige cemʕetê.
I was one of the soldiers who took part in the Gulan uprising and I was also with them during many battles. Although I was young, I would accompany them, the platoon.
 27 Min pê xoș bû di ge biçim. Yêkî-j wi șerra, miqerrêd me hingî li Gundê Bêrsîav bûn, çûn bejdarî șerrekî kird Șerwan Mezin, li Çame Șêrwan Mezin bû.
I liked going with them. Our barracks were in the village of Bersiyav, and we went and fought a battle in Șerwan Mezin, in Çame Șerwan Mezin.
 28 Heta ti wi șerrî da, sê șehîd-îș me dan. Xelkê Gundê Lêrrebîrê bûn; yêk navê Xuwace, êk navê Qurtas, êk navê ʕezîz bû.      
Three people died in that battle. They were from the village of Lêrebîre, one was called Xuwace, one Qurtas, one Eziz.
 29 Piștî hingî em vegeriyayneve li wê mefrezê da, em hatîne-w Bêrsîav, sê rroja li ber teyara me meqerrêd xo guhastineve.
We returned from that battle and went to Bersiav, for three days, we moved our headquarters there because of the planes.
 30 Carekî dî em çûynê cîyekî digotê Tilgêrey, gelîyek bû, pișta Kekley bû. Sê manga-ș em li wêrê mayineve.
We went to a place called Tilgêre, it was a valley behind Kekle. We stayed there for three months.
 31 Piștî hingî li wêrê-ș du mefreze cemaʕetê me kirdne rebîʕekê li pișta Kanya Linca digotê Sorekî. Li wêrê-ș me șehîdek da, navê acî ʕezîz Kaniye Lincî bû.
After that our group made two attacks on a base called Sorekî, behind the Kanya Linca. One person was killed, he was called Eziz Kaniye Linci.
 32 E li wê dastanê jî vegeriyayneve careka dî me miqerrêd xo veguhastineve bo Heyatê. Li Heyatê, li wêrê-ș çend merce bo xanî me çêkirdin, xo nihan kird.
We came back again and moved our headquarters to Heyat. In Heyat, we built houses and looked for shelter.
 33 Piștî hingî mefrezeka dî kird bo Gundê Mecîdavê li ṭenișta Balekiya. Li wêrê-ș, li du rebîʕa da cemaetê.
After that we carried out another attack on the village of Mecidav, near Balekya. There too, our group attacked two bases.
 34 Li wêrê-ș me șehîdek da, bi navê Nebî Kaniye Lincî. Du birîndar-îș. Li wêrê-ș em vegeriyayneve.
Again, one person was killed, called Nebî Kaniye Linci. Two were also wounded. We came back from there.
 35 Piștî em li Îranê-ș hatyeve, careka dî em hemîșe he pêșmerge bûyne. Hemîșe emêd xizmet da.
After we returned from Iran, we were still soldiers. We are still ready to serve.
 36 Taze-ș geda bît, çend/ her çend saleka careka dî herreșê derekî li se Kurdistana me hene-w, he carê bo cihekî.
And even now, every few years there are external attacks on Kurdistan, each time in a different place.
 37 Carekê em çûyn bo ḥedüdê Tirka, çend mangeka li wêrê mayneve. Herreșa wi rexi li ser me a xeter bûn.  
Once we went to the Turkish border and stayed there for a few months. There were dangerous attacks on us on that side.
 38 Evê carê carekê em çûyn çend manga-l Kerkûkê mayineve, wi rexi-ș çend manga em wêrê mayneve, di-berdewam bûn le xizmetê da.
We went to Kerkuk and stayed for a few months, and we were continuously in service.
 39 Eve șerêd vê duwayê-w ev tirorîstêd Deʕiș, taze-ș geda bî, em yêd xizmetê da, mistemirr.
It’s the same with these recent battles, involving the ISIS terrorists, we have still been serving continuously.
 40 Em xizmeta miletê xo dikeyn û difaʕê li wetenê xo dikeyn. Em dê-d berdewam-îș bîn, hetta qetre-xîn leșê me da hebît.  
We serve our people and defend our country. And we will continue doing this while there is still a drop of blood left in our body.